Röportajlar

Li Tirkîye Gefên Dijî Alevîyan Zêde Dibin

Li Tirkîye pêşî li bajarê Îzmîrê, dû re jî li bajarên Mêrsîn û Meletî derî û xanîyên Alevîyan hatin nîşankirin.

Hin nivîsên gefxwar li Alevîyan hatin kirin û tiştên xirab hatin nivîsîn.

Piştî van bûyeran serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir hêzên ewlehîyê li ser vê mijarê disekinin.

Erdogan gotibû ku “dema ev kesan hatin girtin dê hesab ji wan were pirsin.”

Parlementerê Alevî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Alî Kenanoglu li ser nîşankirina xanîyên Alevîyan û nivîsan ji Dengê Amerîka re axifî.

“Nîşankirina xanîyên Alevîyan ji bere ve tê kirin. Wateya nîşankirinên xanîyên Alevîyan li Tirkîyê wek sembola Nazî yên Almanya tê dîtin. Sembola Nazîyan, komkujîyên li Almanya tîne bîra mirovan. Li Tirkîyê ji xizkirinên malen Alevîyan komkujîya hovane ya Mereşê tîne bîra mirovan.”

akenanoglu

alikenanoglu.net
Başa dön tuşu