Röportajlar

Alî Kenanoglu: Jiber Zimanê Tund Yê Hikûmetê Kurd Didin Armanca Êrîşên Nijadperest

Li Tirkîye di demên dawî de, karkerên Kurd ên ku li bajarên rojavayê Tirkîyê dixebitin, dibin armanca êrîşên nijadperest.

Herî dawî li bajarê Afyonkarahîsar’ê dijî karkerên Kurd êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de karkerê Kurd ê bi navê Ozkan T. hat kuştin. Firat T. û Emrah O. jî birandar bûn. Di heman bûyerê de hêzên ewlehîyê nehiştin malbatên karkeran bikevin vî bajarî.

Dîsa li bajarê Sakaryayê jî 16 karkerên Kurd ên ji bajarê Mêrdînê li wî bajarî dixebitîn bibûn armanca lêdan û gef û heqareta karsaz û gundîyan.

Li bajarê Yozgat’ê jî ku gelek caran Kurd li vî bajarî dibin armanca êrîşên nijadperestîyê jî, berîya 2 mehan 13 malbatên Kurd ên karker careke din bibûn armanca êrîşeke û malbatan neçar mabûn û vegeryabûn Mêrdîn ê.

Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê îstenbul’ê Alî Kenanoglu jî li ser mijarê pêşnîyarnameyek dabû meclîsa Tirkîyê, da ku were bersivandin.

Lê piştî 2 mehan Serokatîya Meclîs’ê jiber hin pirsên parlementer Kenanoglu pêşnîyarname ne bersivand.

Kenanoglu bawer dike ku êrîşên nijadperest yên dijî Kurdan ne ji polîtîka û zimanê desthilatê serbixwe ne.

“Li Tirkîyê medya li ser mirovan bandoran çêdike. Gotinên revebirên dewletê û gotinên serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî li ser helwesta civakê bandoran çêdike. Mînak sîyasetvanên Kurd tevî biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê û tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) nayên berdan û ev jî dibe sedema êrîşên dijî Kurdan”

Kenanoglu di domandina axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek êrîşên dijî Kurdan de doz nayên vekirin.

“Di bûyerên bi rengî dozgerî lêgerînan dike û lêpirsinan vedike. Eger li gorî wan pewîst were dîtin doz ji tê vekirin. Eger di van êrîşan de bûyerên mirinê nebin dewlet pêwîstîyê bi vekirina lêpirsîn û vekirina dozan nabîne.”

Kenanoglu jibo pêşîgirtina êrîşên nijadperest jî daxwaza makezagoneke wekhev û demokratik dike.

 EMBED

akenanoglu

alikenanoglu.net
Başa dön tuşu